Salih Beg 38 salan li Şêrwan hikim kirî ye ( 1787- 1825). Ewî jî bîrhatinên xwe û Mîrekîyê der û dora xwe nivîsî ye. Min pirtuka Salih beg hebek hêjand. Hindek tiştên balkêş min şerh kir, şoreve kir.

*Şakir Epözdemir – Lêkolinêr/Nivîskar

Ew xebata min bu pirtukek. Salên 1925’an ji her Kurdek ra meraq e. Lewra Osmanî li Kurdan ketine bahanan, Kurd jî  ne li hevin, ne li ser hevin, ne bi rêk û pêkin. Bo çî bi dehan artêş û kraliyetên Kurdistanê hemî imkanatan û fersendan ji destên xwe berdan û li benda dijmin man heya wan yeko yeko tune bikin? Ev pirsbi granî li Rojkan bêhtir tê bîra rewşembîran. Çi li Rojkan hat, çi li Mîrên şaristanî, Mîrên dewletsaz û xîretkêş Malbata şeref Xanan hat? ( 1 )

Min di pirtuka Salih Beg da 35 xalên balkêş rêz kirin. Xalên 19 – 20 û 29 yê Behsa Malbata mala Eladdin Paşa û Mûş û Bedlîsê ye. Wê rojek pirtuka min bête çapkirin lê, dixwazim aqademisyenên ku weke min xem dikin kaç i ji Rojkan û Hakimên Rojkan hat,li ser vê dabaşê lêkolîn bikin.

19-Salih Beg behsa 2 heb Yusuf Paşayan dik e. Yek Wezîré’Âzzam (mezin) Yusuf Paşa ye Kor e. Ew 4 caran Buye Wezîré Mezin. Lé yeke din bi navé Yusif Paşa té bi navkirin ku Rojkî ye. Ev Yusıf Paşa birayé Murad Paşa, Eladdîn Paşa, Şéxî Beg, Ebdillah beg û İbrahîm Beg e. Ev kurén Qasim Axayé Xwéytî ye. Babé wan Rojkî ye dîya wan ecem e. Tişté ku tené Salih Beg behsa wan dike kelama Meyremé tîne bîra merivan. Te dî dibé je: “- Lé Meyremé lé meyremé! Bab gawiré dé ecem é!” (per:104)

20-Mirad Paşayé Rojkî, babé Mîrza Paşa, Mihemed Beg û Selîm Paşa ye. Birayé wî Şéxî beg, Ebdillah Beg, Yusif Paşa, İbrahîm Beg û Eladdîn Paşa’nin. Ev kesén ha kur û nevîyén Qasim Axa yé Rojkî ne. Ji Bedlîsé, ji Xoyté ne. Bi Xané Bedlîsé ra minasebeté wan hey e, lé belé di vé demé da bajaré Mûşé bo xwe kirine nawend. Nehya Muşé bi ser paytexté Şeref Xan xistin e. Kela Melazgiré jî di desté wan de ye. Mirad Paşa hikim li Diyarbekiré jî kirî ye. Ew Mala Eladdîn Paşa ku behsa wana diboré ev malbat e.

29-Eladîn Paşa yé Mûşî û Yusuf Paşa yé Bedlîsî: Salih Beg di desté Mirad Paşa yé Rojkî da rehîneyé gundé Madené ye. Malbata Murad Paşa Rojkî ne, lé ne ji Mala Şeref Xana nin. Ew silala Qasim Axayé Xwéyté ne ku li Bedlîsé bi navé Malbata Yusuf Paşa, li Mûşé bi navé Malbata Eladîn Paşa téne bi navkirin. Di vé navé da Yusuf Paşayéké ku Weziré Mezin yé Osmanîyane û ewî jî çav berdaye madena zéran, xwestîye ku Salih Beg bibe ba xwe, bibe Erzirom, lé bike gerew heta ku bibe xwedîyé gundé madené. Murad Paşa naxwezé vé fersendé bi desté Wezîr-i Azzam va berde. Di encam da Salih Beg berdide. Mirad Paşa, ji wan hevalén wî mîrek, dû beg û axayek di gerewé da dihélé û Kemerek zér û cil û berg û hesp û heval dide Salih Beg û wî tenha dike jé re dibé : “- Hé tû negihayî Şérwan ezé hevalén te jî berdim. Ji ber tirsa Romé ez wan dihélim. Gava pirsîn ezé béjim Salih Beg revîya ye. Lé seré baharé artéşa xwe bîne arîkarîya min ku em Şéxî Beg ji Bedlîsé derînin. Tû li Bedlîsé bibe (Malxo) cîgiré min, bila kuré teyé Esed jî bibe Mîré Şérwan.” Salih Beg vé yeké eré dik e û xwe ji nava lepé wî xilas dik e. Salih Beg dibé: “- Armanca Murad Paşa ew bû ku Şérwan bixe desté xwe. Min jî jé ra go eré. Salek şunda Murad Paşa mir”

Li gora baweriya Salih Beg, ew maden bé yom e. Kî buye talibé wé mirî ye. Şéxî Beg jî birayé Murad Paşa ye. Vé paşîyé Selîm Paşa seré hemî bira û birazyan dixwe. Ya dişeyné Erziromé seré wan dide birîn ango di xizmeta xwe da dixebitîn é. Mîrza Paşa, Mihemed Beg û Selîm Paşa kurén Murad Paşa nin. Şéxî Beg, Ebdillah Beg, Yusuf Paşa, İbrahîm Beg û Eladîn Beg jî birayé wî ne.

Salih Beg xatir ji Mirad Paşa dixwazé beré xwe dide Şérwana bab û kalan, di ré da rojek li benda hevalén xwe dimîné, ew heval tén dighéné û bi hevra téne Şérwan. Wexté téne Şérwan, karwaneke Bedlîsé li Şérwan e. Xelqé Şérwan bé izna Salih Beg 80 heb héstir (qantir) digrin, dest datînin ser wî karwanî.

Ev Malbata Qasim Axayé Rojkî hikmé Bajaré Bedlîsé xistine destén xwe û li ser texté malbata Şerefxanan rûniştine; maleke pir bi xezeb e. Bi Paşa û Wezîrén Osmanîyan ra di nava konployan da xwe winda kirin e. Tû dibé ka ergenekona vî zemanî ne. Selîm Paşa bi hézén Osmanîyan va dest bi birakujîyé dik e. Seré Yusuf Paşa dide birîn. Şéxî Beg, Mîrza Paşa û wanén din dişeyné dinya wîyalî. Ebdillah Beg jî li Tetwan digré dibe li Mûşé dikujé, hasılé kelam tişté di nava wî 2 nivşî da derbaz bû gelek xerîbe û bi ibret e. 1000 salan mala Şeref Xan ‘an li welaté Rojkan hikim kirin, ew nebûne leyztikokén tû dijminan û nehatine xapandin. ( per: 109.110.111. 112. 113.)

( 1 ) – Salih Beg jî weka ku Şeref Xan di sala 1597é da navén hemî mîrén Kurdistané – ewén ku wê demê li ser hikimin – qeyd kiribû, ewî jî ( Salih Beg jî ) sala 1820 é da van navén hakimén zemané xwe bi kurtayi waha anîye ziman:

Paşayé Bajaré Wané: Serwet Mehmûd Paşa,

Hâkimé Rojkan: Selîm Paşa ye.

Hâkimé Zirkan: Seyyîd Şéx Ebdilqadir,

Hâkimé Xerzan: Mîrkal e.

Hâkimé Gurdilan: İbrahîm Beg

 Hâkimé Botan Murteza Beg e.

 Hâkimé Hekaryan Mistefa Beg e.

Siltané mezin li Stenbolé Siltan Mehmûd e

(Mehmûdé II) (per: 136)